Seîd Yûsiv - Yara Min
wêneyê hunermendî:ê 184 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Seîd Yûsiv - Yara Min

Yara min bejin ziravê
Ji te dikim ez lave lavê
Dixwazim bi te re rûnim
Ramûsan çi ye min navê

Bi şitexile li te bihsînim
Evîndar im bo te dîn im
Xwe di wan çavê te de dibînim
Li her demê li her gavê

Min divê tu rûnê li hember
Ji bo bihna min werê der
Li ber çavê min here wer
Wa ordeka li nava avê

Ez hewceyî dîtna teme
Dihelim wek mûm û şime
Malxirabê ez gune me
Çima li min nakî silavê

Gotin û Muzîk: Seîd Yûsiv
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î