Seîd Yûsiv - Zerya Min
wêneyê hunermendî:ê 231 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Seîd Yûsiv - Zerya Min

Zerya min bi nav û deng e
Rû weke hevrişmê peng e
Rind û can pirr dilovan e
Kirasê lê bi sê çar reng e

Bejna wê wek tayek rihan
Kezyê wê wek fetlê maran
Her ku ew ji min tê xuyan
Bi min jê hatî û çeleng e

Min wê dî sewdanê mim firand
Dilê min li dûv xwe gerand
Evîn di dil de wê çand
Ez bûme miryê wê hingê

Rû weke rojê û bidê der
Ronî dikê ew seranser
Memik bi hev re dikim şer
Kember li wê noqa teng e

Başe hê ez ne bû me dîn
Kezeba min wê kirye xwîn
Belê wilo xweşe evîn
Dil bi hev re dikin ceng e

Gotin û Muzîk: Seîd Yûsiv
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?