Selman Omeryanî - Stargeha Min
wêneyê hunermendî:ê 43 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Selman Omeryanî - Stargeha Min

Çavên te bûne stargeha min
Dilê min xwe daye, ser evîna te
Ez hêza xwe ji, dilê te distînim
Tu yî keda min, tu armanca min

Porê xwe berde neqeba dilê min
Tiliyên zêrîn têxe dilê min
Lehiya rake ji hinavê min
Bila ronî bê, stargeha min

Kenên te bûne qela dilê min
Li ser serê wê tu yî ala min
Bernadim bernadim tu yî doza min
Tu yî keda min, tu armanca min

Porê xwe berde neqeba dilê min
Tiliyên zêrîn têxe dilê min
Lehiya rake ji hinavê min
Bila ronî bê, stargeha min

Helbest : Selman Omeryanî
Gotin û Muzîk : Selman Omeryanî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?