Şemdîn - Eva Dunya
wêneyê hunermendî:ê 1384 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şemdîn - Eva Dunya

Eva dunya pir mezin e
Têra me hemiya heye
Çima çavê we bar nabe
Qey tenê dunya we ye

Em jî kurd in wek însana
Mafê me jî lê heye

Ji nav baxê gulan gul im
Her gulê bêhnek heye
Tev mirov in, tev însan in
Her gelî û rengek heye
Dest bidin destên hevdu da
Kes ji kesî ne zêde ye
Mil bidin milên hevdu da
Salên xweş li pêşiya me ye

Gazî dikim li dunyayê
Hûn dizanin em kî ne
Xwedyê dîroka kevnar in
Zerdeştî û medî ne

Em rêberê milleta bûn
Çima navê me nîn e

Ji nav baxê gulan... (Dîsgotin)

Hezar sale li ser serê me
Şer û cenga giran e
Xêr û berê me tev birin
Welatê me wêran e

Hezar sale li ser serê me
Şer û cenga giran e
Xêr û berê me tev birin
Welatê me talan e

Ji ber wê ye gelê me jî
Alên rengîn hildane

Ji nav baxê gulan... (Dîsgotin)

Gotin û Muzîk: Şemdîn
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î