Semyan Adar - Evîna Min
wêneyê hunermendî:ê 102 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Semyan Adar - Evîna Min

Ew sitêrkên li ezmana
Çavên te tînin bîra min
Dema ku rojê dibînim
Rengê te tê li ber çavê min
Ji te dûrketin pir zor e
Çi bikim ev e qedera min

Ax û eman evîna min
Ax û eman delala min
Li dinyayê tenê carek
Dîtina te hêviya min

Navê te li ser dilê xwe
Min nivîsandî gula min
Rengê te li ber çavên xwe
Min kir xeyal evîna min

Por sipî bû li xerîbiyê
Reş tarî maye bextê min
Por sipî bû li xerîbiyê
Reş tarî maye bextê min

Ax û eman evîna min
Ax û eman delala min
Li dinyayê tenê carek
Dîtina te hêviya min
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î