Şerê Talorîka - Şevavê Ahmed
wêneyê hunermendî:ê 12 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şerê Talorîka - Şevavê Ahmed

De lo şer e, lo şer e, lo şer e,
Gelê Ermeniya bikişine Talorîka bavê Xaço îro sê çar roj e ser me şer e,
Şereke divê Talorîka bavê Xaço, Geliyê Genima danî zer e,
Zekîr efendî, Elî Kawise bînbaşî, Xeftan mîralay, bîst û pênc tabûrê esker
Stenbolê hildane,
Tevî top û cebilxanê xwe va kişiyaye serê.
Zekîr Efendî gazî dike Elî Kawisê bînbaşî, Xeftan mîralay, bav birano, şer mi
giran bû,
Gazî kin borîzanê bira boriya revê xin, esker êtîmê xerîb in, binemr in zarê
xelqê ne, gune ne,
Dê fetyakê wê çawiş Andranîd Paşa Mûrad qasabî giran e,
Musenyê destê wane tije,
Heçî gava zabita qumandara dikevê, mînanî jara mer e,
Hekîmê doxtirê saxî nagîjîne ser e.
De Cangîr axa, serê meydanê kire gazî,
Go berdê, Gêwo çawiş berdê, Andranîd Paşa berdê, Mûrad qesabo de tu berdê,
Herkê Xwedê mêra mêra rast bike, ez ê bikim papaxê Romê gelek in, bê xwey ne,
Talorîka bavê Xaço Geliyê Genima da mane erdê.
De lo şer e, lo şere, lo şer e,
Gelê Ermeniya bikişine Talorîka Bavê Xaço Geliyê Genima, îro sê çar roje ser
me şer e,
Şereke divê Talorîka Bavê Xaço Geliyê Genima torî merx e,
Zekîr efendî Elî Kawise bînbaşî, Xeftan mîralay, bîst pênc tabûrê esker Sten-
bolê hildane,
Tevî top û cebilxanê xwe va lê digere na li çerx e,
Lê digere na li çerx e,
Zekîr efendî gazî dike Elî Kawise bînbaşî, Xeftan mîralay bav birano, şer mi
giran bû,
Gazî kin borîzanê bira boriya revê xin, ekser êtîmê xerîb in binemr in, zarê
xelqê ne, gune ne,
Fetyakê or çawîş Andranîd Paşa, Mûrad qesabî giran e,
Cangir axa axayê êzîdiyayî pê ra ne,
De mînanî gurê sebatê têkevine nava keriyê miya, lê bigerîne lo çol û berx e.
De Cangir axa, mîrê zirav, serê meydanê kire gazî,
Go berdê Gêwo çawîş berdê, Andranîd berdê, Mûrad qesabo tu berdê, hev ra berdê,
Herkê Xwedê mêra mi ra rast bike ez ê bikim papaxê Romê,
Gelek in bê xwey ne Talorîka bavê Xaço geliyê genima da mane erdê.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î