Serhado - Bajo
wêneyê hunermendî:ê 71 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Serhado - Bajo

Tekeran bijdîne
Hewa wan dagire
Tu hedefê zanibî
Tê riya wê bibînî
Rê dirêje, dem kin e
Bajo heta mirinê..

Pêşiya xwe binere - Bajo Bajo
Bê xwe nemîne - Bajo Bajo
Rê dûr be jî - Bajo Bajo
Dilê xwe bigihîne - Bajo Bajo

Yek sanî
Sifir heta sedî
Tu zanî
Tu ne bê hedî
Lê ez kovî me
Nabim kedî
Ez im
Serhedê ne serhed î
A ferq nake tu li kû yî
Tu ji kû hatî û tu kû de diçî
Tu nikarî ji xwe birevî. Na
Tu nikarî ji xwe birevî..
Bi xwe re şer dike
Bi xwe re li hev tê
Şerê navxweyî naqedê
Tê binkevî, serkevî
Bikevî rabî
Tê bigrî, tê bikenî, bikşînî êşê
Em nizanin çi heye
Li ser vê rêkê
Em berê xwe bidinê
Ka cihê xwe çêke
Ji kerema xwe re
Kemerê girêde
Deng bilind bike
Pêleka pêlê

Pêşiya xwe binere - Bajo Bajo
Bê xwe nemîne - Bajo Bajo
Rê dûr be jî - Bajo Bajo
Dilê xwe bigihîne - Bajo Bajo

Sedem herdem ne diyar e
Lê herdem sedemek li wa ye
Yek siwar dibe
Yek peya dibe
Her yek ji wan
Dersek da ye
Baş e? Xirab e?
Heval e? Neyare?
Pak e? Saf e? Bi hesab e?
Dûr be, nêz be
Mesafê deyne, erê
Divê tu mesafê deyne
Bawerî dişkê
Dil dimîne
Xelk nayên guhertin
Xwe bigihurîne
Ji wan qere
Darên keleka rêkê
Wan jî derbas bike
Di dû de bihêle..
Çawa diajom
Nebêjin min
Yan deng nekin
Yan siwar nebin
Rê bidin nedin
Vayê diçim
Hûn nekevin pêşiya min
Pêl kesî nakim

Pêşiya xwe binere - Bajo Bajo
Bê xwe nemîne - Bajo Bajo
Rê dûr be jî - Bajo Bajo
Dilê xwe bigihîne - Bajo Bajo

Çavên min li armanc a
Nanêrim li para

Jiyan kin e
Dinya mirin e
Nefikre
Bi ya dilê xwe bike
Mazotê dagire
Hedefê bigire
Pêl frên neke
Biçe biçe
Carna kaş e
Çep û rast e
Rê jiyan e
Tu şofêr be
Cane cane
Lê miqate be
Emir diçe
Bi qîmet dibe
Bijî!
Çend kêliyên mayî
Sibe heye
Bê garantî
Aniha. Zindî zindî..
Bajo! Hê tu nemirî

Gotin: Serhad Helexî
Muzîk: K.O.B.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?