Serhado - Dakevin Meydana
wêneyê hunermendî:ê 391 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Serhado - Dakevin Meydana

Tevda derkevin ji mala
De dagirkin kolanan
Taxa xwe nehêlin vala
De dakevin meydana
Tevda derkevin ji mala
De dagirkin kolanan
Taxa xwe nehêlin vala
De dakevin meydana
Ev ne filîme ew ber derî ne
Em zanin kî ne, bê xweşî ne
Bê xêr hatin, ne sekinîne
Dibêjin agirin lê xwelî ne
Heya wan jê nine
Roj dizîne lê nefikirîne
Raman azade ne girtîne
Ser cihanê firîne bela bûne
Kevoka spî ne, aşîtî ne
Heya azadî nebîne, şaşîtiye
Yan serhildan yan azadîye
Çi biratiye? Dayika me digirîne
Çav tarî ye, dil ronahî ye. Emîn be
Vê bibîne hêrs û kîne, alozîye
Me zeyif dibîne, bi Xwedê dîne,
Bi destê xwe xwe dixeniqîne
Di qesra wî de paşah nine
Nema! Wê dawî bîne
Me bigrê, bi bikujê me naqedîne
Bawer neke were biceribîne
Naye rûxandin, xwe nexapîne
Hîm sexleme stûnê bîne
Komîne, em tevgerin bi yek enîye
Herî bilinde asta vînê!
Gel ê rizgar bike welatê êvînê
Bi can û xwîne, jîn bi jîne
Em bi bawerî ne, em bi hêvî ne
Kes nikarê bawerîye bitefîne
Şerê hebûn û tune bûn para me ye
Derkeve qada bililîne
Hebim, tune bim, hey sibe heye
Sibe em li vir in, serkeftî ne
We nepirsî ye, bersiv dayîn
Mayîne, dinya alem dihejîne
Diteqe, bibihîze dengvedane
Em kurd in, em li va ne em nerevîne
Me got aşîtî lê wûn şer dixwazin
Werin, werin veger nine
Em amade ne li deşt û çîya
Li meydana raperîne.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?