Serhado & Hedîye - Robîn
wêneyê hunermendî:ê 67 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Serhado & Hedîye - Robîn

Min pişt ewran dît heyva çardeh rojî
Zîv xemilî bi yek nêrîn dil kelî
Fûrî bi kenê wê yê şêrîn
Şewata wê li can bû birîn
Min Hêlîna Dila li ser wê nivîsand
Guhdar kir çavên wê beriqîn
Ji min re got li vir nema aramî
Ezê biçim ro bînim, bînim azadî
Ez hembêz kirim û girî..
Çend deqa wilo ma.. berneda
Min got ma tu emîn î? got erê
Û bê dilê xwe destê min berda

Benda te me ber bîrê
Bêrî min dûr biriyê
Em vegerin beriyê
Em ro bînin

Hey lo lo kuro nemaye
‏Bi rê ve meşka min qetiya
‏Şîrê min rijiya li zozana mame
Nemaye
‏Êvare wext dereng e
‏Ezê biçim royê bînim
‏Li hêviya min nemîne
‏Sîwarê Hedbanê
‏Di dilê min de dilerzîne
‏Kê dizanê kengî
‏Çavê min çavê te bibîne
‏Qewlê me qediya
‏Nemaye
‏Azadiyê dihebînim
‏Bûka çîya me
‏Nextê min girane
‏Kelha me ji xelkê re maye
‏Mala me werane, talane
‏Ava bîrê jî nemîne
Berim ber di bîrê de dimîne

Ew roja li Amara naçê ji bîra min
Bi hestiyarî dîsa vedigerim
Di erebê de ew li kêleka min
Cama xwe vekir û serê xwe derxist
Ba li porê, çi xweşe wan kêliyan
Destê xwe derxist wek ku firiya
Bi destê dî destê min girt û keniya
Li min nêrî û ji kêfa giriya
Dibêjin cihê me winda ye
Heskîfa me êdî nemaye
Dibêjin tu şehîd ketî dîsa naye
Şikefta me di bin avê de maye

Şevek hat mêvana xewna min bû
Hingî min nizanîbû çûye kû?
Min vê nivîsand mûyê laşê min rabû
Wek ku li ba min bû..
Min destê te hîs kir li ser çengê xwe
Nefesa te li pişt guhê xwe
Stranên min tim bi hêvî ne
Lê vê carê hestên min sêwî ne
Benda te, benda me qetiya
Tu gihîştî cihê xwe
Ez hê jî rêwî me..
Di bîra min de ew kêlî ma
Ser sax e lê dil sar û hêmî ye

Gotin: Serhad Helexî
Muzîk: K.O.B., Masum Yiğit, Mehmûd Berazî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?