Serhado & Hesen Şerîf - Xewna Jiyan
wêneyê hunermendî:ê 288 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Serhado & Hesen Şerîf - Xewna Jiyan

[Hesen Şerîf]
Bin tîrêjên rojê, yan bin baranê
Em ê şiyar bibin ji xewna jiyanê
Bin axa dinyayê yan bin ezmanê
Em ê şiyar bibin ji xewna jiyanê

[Serhedo]
Jiyan ji xewna xwe şiyar bû, ji cihe xwe rabû
Çû dest û rûye xwe şûşt, bi kêf û dilxweşî bû
Rabû here xewna xwe bibîne, jiyan tî bû
nîvê qedehê vala bû lê jê ra nîvî tijî bû
Jiyan ruhe xwe da ji bo xwe bigihêne hedefê
berîk belkî vala bû lê zengîn bû bi şerefê
serbilind bû, eşqa jiyan ji her tistî zêdetir bû
Bar jî çiqa giran bû, mil hê jê qawettir bû
Bi çavên te jiyan yek e, bi yê xwe yekî dî ye
Bi zehmetî rabû xwe gîhande serê çiyê
lê hatin jiyan şiyar kirin, şiyar kirin ji xewna
Xewn e jiyan, jiyan xewn e!

[Hesen Şerîf]
Bin tîrêjên rojê, yan bin baranê
Em ê şiyar bibin ji xewna jiyanê
Bin axa dinyayê yan bin ezmanê
Em ê şiyar bibin ji xewna jiyanê

[Serhedo]
Jiyan ji xewna xwe şiyar bû, ji cihê xwe nerabû
dirêjkirî fikirî bê çi standibû û çi dabû
bi bi hebû, çi nebu, bê jê ra çi mabû
Yê berê pê re li vir bû çû winda bû ku
Serê jiyan ne sax e, miriye ji dilbirînan
miriye ji bêriya, negere li miftên deriyan
dibên ronahî ye û behr û ezman şîn e
Lê behra kûr û ezmanê dûr reş û tarî ye
Reş e weke çavên jiyan, reş e weke kezebê
Bê dîtinê û bê fêmkirina sebebê
Melekên mirinê, jiyan şiyar kirin ji xewnê Xewn e jiyan, jiyan xewn e!

[Hesen Şerîf]
Bin tîrêjên rojê, yan bin baranê
Em ê şiyar bibin ji xewna jiyanê
Bin axa dinyayê yan bin ezmanê
Em ê şiyar bibin ji xewna jiyanê

[Serhedo]
Xewn e jiyan, erê jiyan xewn e
Me ji rastiyê dûr dike, me dikişîne deverna
Çi ferq e xewn û jiyan bi jiyana nava wan da
Ferqa xewn û rastî weke tayekî zirav e
Ko nebe xerabî wî wextî tuneye qencî
Em nebînin tarî, em nabînin ronahî
Xwedê jiyane dide û xwedê jiyanê dibe
Wexta yek însan tê, yekî dî ji vir diçe
Çi îro sax bibe wê sibe bi mirine biqede
Te bi çi dest pekir, çi ji te tê, dive tu xelas bikî
wexta tu ji xewa xwe şiyar bû û cavên xwe vekir
Poşman nebe te çi kir, poşman be te çi nekir
Ko roja tu hat, tu ji xewna xewê dîsa şiyar nabî
Wexta ketî nava du keviran, dîsa narabî
Wexta laşê te vala bû, wexta canê te diyar bû
Wexta dilê te sar bû, jiyan ji xewna xwe şiyar bû

[Hesen Şerîf]
Bin tîrêjên rojê, yan bin baranê
Em ê şiyar bibin ji xewna jiyanê
Bin axa dinyayê yan bin ezmanê
Em ê şiyar bibin ji xewna jiyanê.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?