Serhado - Hêvî
wêneyê hunermendî:ê 101 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Serhado - Hêvî

Aramî ji dûr ve li ber aso dixuye
Ber ve diçin bi hêviya berbanga sibê

Çav li rê, li riya ewlada
Bi sala mitala li hêviyê ma me
Dereng e ka li kû ma ye?
Hema min carek bidîta..
Ma vê çi bûya?
Reqsa me ne reqsa kêfê ye
Ne ya êşê ye, reqsa serkêşê ye
Dewre dizîvirê, ne şîn e ne şahî ye
Mirin û jiyan di destê hev de ne
Ka kezeb, dil şewitî..
Guneh min çi bû?
Min her roj ji xwe pirsî
Lê kê li dilê dê fikirî..
Çavên min li rê, hêviya dîtina wî

Tarî be, şolî be
Ronî ye.. Berbanga sibê
Berbanga sibê
Ronî ye.. Berbanga sibê

(dîsgotin)
Aramî ji dûr ve li ber aso dixuye
Ber ve diçin bi hêviya berbanga sibê
Dixwazin dinya li ber me tarî bikin
De em riya mala xwe wenda bikin
Lê nikarin jê bibin kenê ser lêvê min
Ez kurd im penaber jî bim
Bi kenê xwe dinya ronî bike lawê min
Rabe bibe bersiva pirsa min..
Ez ê yekşemê kengî bibînim?
Bi çarika spî hêstira ji rûyê te dibim
Vê derbas be, nebê nabe
Sed carî bikevî sed carî rabe
Îro neye.. sibe heye
Li hêviyê me.. wê rojek be

Tê rojek bibînî
Jiyanek azad li hêviya me ye

(dîsgotin)
Aramî ji dûr ve li ber aso dixuye
Ber ve diçin bi hêviya berbanga sibê

Va ye tê va ye tê wa yadê
Wa yadê wa yadê va ye tê

Gotin: Serhad Helexî
Muzîk: Pascal Schoenenberger
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?