Serhado - Kevoka Spî
wêneyê hunermendî:ê 188 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Serhado - Kevoka Spî

Merheba heval hêvîdarim tu başî
Em başin.. yanî teq û req e wek tu dizanî
Rastî tehl be jî, jiyan e berdewam dike
Ev çend sal çêbûn? dem li derve zû derbas dibe
Ew dema çû yî xweş bû wele ji bîra min naçe
Van salên dawî wek ku her barê giran ser kaşe
Ez hinek dûrketim çi bikim ez jî zanim şaş e
Dilê min hesas e barê êşê ranake
Ewrûpa sar e, dûrî rastiya welat e
Çavên min li vegere bû, mixabin rewş ne başe
Ez jî hewl didim baş bibim ji bo pêş bixim xebatê
Bi xwarin û xwendin dema min wilo derbas dibe
Rewşa we çawa ye? ez kêmek fedî dikim
Em di nav rehetiyê de derfetên xwe nabînin
Hêvîdarim di demek nêz de em hev bibînin
Silav û rêz ji hevalên gel te re jî dişînim

Kevoka spî ye
Dîlgirtiyê siyasî ye
Berdêla azadiyê
Baskên wê rehîn girtîne
Fikrên wê bê qefesin
Bê caxên hesinî ne
Dîwaran bişkîne
Rizgar bike bifirîne

Merheba Serhad, başim, başbûna te dixwazim
Silavên xwe ji te û ji malbata te re raber dikim
Di nameya te de min hinek bêmoralî hîs kir
Biqasî ku te nas dikim tu dikarî bibî bersiv
Di derya hunerê de bibe dilopek jî
Şewq bide derdorê bi xebatên xwe yê hunerî
Tu hevalek xurt û bi hêzî dive moralê we li cih be
Xeman nexwin vê çêbe aramî jî nêze
Rast e êş heye jan û kul heye
Lê ligel wê jî deskeftî û pêşketin heye
Rast e zindan e di nava çar dîwaran de
Em 24 saetan di nava berxwedanê de ne
Lê li miqabilê wê moral di asta herî jor de ye
Hevalên di oda min de têgihîştî ne
Hinek bîst bîstûpênc salan di zîndanê de ne
Pêşveçûn bi perwerdê, bi xebatê pêkan e
Meriv dive xwe nas bike kêmasiyan neparêzê
Di şexsê xwe de kesayetek nû biafirînê
Di tariyê yê de çirûşkek pêxîne
Û hêvî di dilê xwe de bihewîne

Di şexsê te de silavan ji malbata te
û welatiyên derdora te re dişînim.
Bi hêviya rojên xweş û azad li ser axa pîroz
di bin şewqa rojê de em dîsa hevûdu bibînin
Silav û rêzên bê dawî

Gotin: Serhad Helexî
Muzîk: K.O.B.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?