Serhado - Nabînim
wêneyê hunermendî:ê 133 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Serhado - Nabînim

Her saniya însanekê du’a dikê ji xwedê re
Û kul û derê her însanî yê giranê jêre
Dil di vebe weke kulîlka yek dikevê weke stêra

Nan ji te re nane lê ji hinan re zêre
Çavreşbûm dil şewitî ji dunyayê têre
Rê da mirinê lê ji tirsa xwedê newêre
Agir nemiriye tirs hêjî maye pê re
Difikire jiyan mişka nameşê nav şêra

Nabînê ronahî dest û çav girêda
Nabîne evînê dil û can lêda
Nabînê ne nabînê jiyan yeke
Bese neke derdê berde çava veke

Yek namirê ji van birînan namirê ji binî
Bêje zorbe nezorbe tu jiyana min î
Bîne bîra xwe derd hebê yan nebê
Wekî deriyek asê dibê yekî dî divebê

Sebira min li vir nayê jiyana dunyayê
Nabînim bihayê ez nabînim hêjayê
Cama xwe min dayê dibînim windayê
Nabînim çawa yê destê min de mayê

Sebir wî li vir nayê aciz bûye ji dunyayê
Li hêviya mirinê ye xwe xistiye pêşiys sirayê
Li vir mayê nake xwe xiraptir dibînê
Lê tiştekê dî ji dêla derdê xwe nabînê
Serê xwe li dîwara dixê feyde nabê
Ne şerime tu bikî lê şerime ku tu nerabê

Bifikire çi malê heye ne tu derde
Bifikire tu çi dibêjê lê nebêje tu çi difikirê
Va derda ji bîra xwe derxe jiyana xwe bike
Rabe ji sikatê û serê xwe rake û bi kefa xwe tijîke
Bes bêje bike

Ti kes dî te ranake her kes xwe hildikişînê
Ku ti ketî xwe rakê
Bes dilê xwe bi agirê bişewitîne
Ji erdê na rakê
Sêva serê darê bêne
Derî veke hêvî bike dûra xwe bibîne
Ku ti nemirî bîra te hişkbibê ji birîna

Nabînim çi ji min re nemayê
Nabînim feqîr nabînim çewa yê
Nabînim zarokê bircî
Nabînim derdê yê dî
Nabînim yê bindestî
Ez nabînim yê perîşan
Nabînim yê dilşikestî
Nabînim jiyana xwe
Nabînim çî ka xweş e
Nabînim ka wext çawa diçe
Nabînim nameşê
Nabînim fikirê xwe
Û weke xwe dimênim
Ez nabînim ez korim
Ne ez nabînim
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?