Serhado - Sed Carî
wêneyê hunermendî:ê 50 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Serhado - Sed Carî

Hezkirin ne hest e
Li hevkirin e
Hurmet e, bawerî ye
Hewldana fêmkirinê ye
Hezkirin ne hest e
Li hevkirin e
Yê hez bike tiştek dike..
Hezkirin kirin e

Sed carî em bi hev ketin
Sed carî em li hev hatin
Sed carî hê fêm nakin
Em çawa ji bin derkevin

Çawa ketim feqa te?
Erê ez ketim yanî
Jê re dibêjin evîndarî
Lê evîn kanî?
Tеnê mam di bin vî barî de
Di ser de jî lê zêdе dikî
Min got qey li serê qaş î
Li benda min î lê tu xuya nakî
Ne diyar e ka tu li kû yî
Heyî nînî? nêzî dûrî?
Sed car hatî, sed car çû yî
Nizanim bi kîjan rûyî?
Sed carî dilê min şikand
Sed carî pê ve nûsand
Şikestiye, temam te şikand
Çend cara tê bişkînî?

Sed carî em bi hev ketin
Sed carî em li hev hatin
Sed carî hê fêm nakin
Em çawa ji bin derkevin

Te çi got min a xwe danî
Te çi xwest min ji te re anî
Çûme xwarê, hatim banî
Lê bi tistek jî ne razî..
Çi bikim, bikim têrî nake
Bikim nekim fêda nake
Ji kû ve hatin kû de diçin
Em heta kûdê bimeşin?
Ez va pirsa ji xwe nepirsim?
Em bê bersivan bi rê ve bibin?
Çav bigrim? Ez nebînim?
Li çend qisûra nenêrim?
Te ji mi re got "ji te hez dikim"
Lê te qet ez fêm nekirim
Ez bidim bidim nestînim?
Heta kengî biqurpînim hmm?

Sed carî em bi hev ketin
Sed carî em li hev hatin
Sed carî hê fêm nakin
Em çawa ji bin derkevin

Dixenikim di behra kûr de
Destê te li ser serê min e
Dilê min di qirka min de
Dest rake ez mame di bin de
Hilm nagrim tu fêm nakî?
Qey qerîna min nabihîzî?
Em nabin yek, tim mane nîvî
Naçe serî ji ber Tu nînî!

Sed carî em bi hev ketin
Sed carî em li hev hatin
Sed carî hê fêm nakin
Em çawa ji bin derkevin

Min dilê xwe da destê te
Tu çima lê ne miqate yî?
Tu nizanî tu çi dikî..
Ka carekê te ji xwe pirsî?
Te çiqas ked da? Çiqas heyî?
Çiqasî li me bû xwedî?
Çi hurmet ma? Çi bawerî?
Tu qîmeta vê nizanî
Min hewl da bi her zimanî
Çi bêjim jî tu guh nadî
Va ez çûm.. tê fêm bikî
Tu her bijî bi poşmanî

Sed carî em bi hev ketin
Sed carî em li hev hatin
Vê carê ez fêm dikim
Ez çawa ji bin derkevim

Gotin: Serhad Helexî
Muzîk: Bogdan Ioan
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?