wêneyê hunermendî:ê 277 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Serhado & Şehrîban - Ax

Ax min te çareke dî bidîta
Tiştekî dî naxwazim
Ji min bawer bike
Soz ez ê vegerim
Dîsa bêm cem te
Min dîsa bihewîne
Dîsa hembêz bike
Min te li wir hişt û ez çûm
Min bibexşîne
Tu nizanî min çiqas
Bêriya te kiriye
Rojek nîne ku li te nefikirî me
Warê hebûnê..
Bê te ez kî me?

Ax axa me
Ax ax ax ax
Ax axa me
Ax ax ax

Xwezî ez teyrek bûma
Bifirîma ser çîya
Ew gulîstana mêrga
Carek dî min bidîta

Xwezî baskên min hebûna
Ez teyrek bûma
Bê zincîr, bê sînor
Azad bifiriyama
Ezê vegeriyama
Ax, welatê xwe
Hêza te hîs bikira
Li bin baskên xwe
Daketama nav
Dol û newalên te
Serê xwe danîba
Li ser çokên te
Çavên xwe miçkira
Bistanda bêhna te
Tîna xwe biçkanda
Ser kaniyên te
Seranser firîm e
Wekî te ti cih nîne
Bêhempa bedewî
Çav tenê te dibîne
Herî û toza te jî
Bi min şêrîn e
Kaniya jînê..
Bê te ez kî me?

Ax axa me
Ax ax ax ax
Ax axa me
Ax ax ax

Xwezî ez teyrek bûma
Bifirîma ser çîya
Ew gulîstana mêrga
Carek dî min bidîta

Wek kulîlkek di nava vazo de
Bi hesreta axa xwe
Beyanî ber aso
Benda koka xwe
Li ber cama wan
Bîyanî me
Azad im qaşo
Diçilmisîm
Çawa bişkivim?
Çawa hişk nebim?
Dilbirîn e
Bi êşa vê evînê
Dûrî te, bê te
Her nefesek axîn e
Bêhna barûdê
Dilên me dişewtîne
Bûka cihanê
Kî dîroka te dixwîne?
Şerê giran e
Ax sor e ji xwîne
Me sond xwariye
Di bin destê wan de namîne
Tim serî rakiriye
Di zehmetî û şînê
Her bijî dayê
Bê te em kî ne?

Ax axa me
Ax ax ax ax
Ax axa me
Ax ax ax

Xwezî ez teyrek bûma
Bifirîma ser çîya
Ew gulîstana mêrga
Carek dî min bidîta

Min dîsa Amed bidîta
Botan bidîta
Serhed, Dersîm
Mêrdîn bidîta
Qoser û Nisêbîn
Bazîd û Wanê
Cizîr û Şirnex
Elkê, Qilabanê
Dehê û Licê
Xelfetî, Pirsûs
Gimgim, Erdîş
Colemêrg û Gever
Ranya, Diyana
Qamişlo, Dêrîka Hemko
Xinêre, Xakurkê
Qendîl heta Garê
Min carek jî
Semsûr û Ûrmiyê bidîta
Makû û Sinê
Herder mala minê
Her çem û çîya
Her navend û navçe
Ax..
Cihê herî xweş li dinê

Gotin: Serhad Helexî
Muzîk: K.O.B.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?