Serhado - Sî ya Sî
wêneyê hunermendî:ê 27 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Serhado - Sî ya Sî

Tarî girtiye herdera
Dinya alem bû ye pere
Destê kî berîka kî de ye?
Demançe kî li ber e?
Ma dayika digrî jê re derd e?
Na! Kes napeyvê bi hev re
Wijdan nema, herkes ji xwe re
Aqilê me.. telefonê di destê me de
Îro li meydanê şer e
Şerê birakujî û gelan
Gazinê qefesa kewa
Bi derewa kuştin bû rewa
Jiyan ewqas bê qîmet e?
Sînor nema xeynî yê dewletan
Lexê belav bike bi dest bixe
Ser ewra tavik e lê bin ewra…

Sî ya Sî Sï Sî
Sî ya Sî Sî

Zanin em kî ne em çi ne
Dewletin. Me dibînin. Me dibihîzin
Îro zanin em çi difikirin
Bi tiştên vala me mijûl dikin
De em fêmnekin, em ders negrin
De em hêrs nebin, serî ranekin
Qey em dîroka xwe ji bîr bikin?
Qey em bê nasname bimînin?
Wa? De were devera em aşin
Çerxa pergalê ser pista me kaş dikin
Yê bikin başin? Yê nekin şaşin?
Gotinên xweş in lê gotin belaş in!
Tabûtan dewsa dergûşan
Dinya mirin e vê pere bikin kû de?
Têr nabe hê dixwazê hê
Çavsor e pey ixtîdarê

Zikreş û çavbirçî ye
Çavê wî li kursî ye
Huzûra xwe dizî ye
Ji sî ya xwe tirsiya ye

Sî ya Sî Sï Sî
Sî ya Sî Sî

Dema hatin xwe nedin alî
Serî rakin, rakin wî alî
Stêrka sor a mirovahî
Dijî zilm û zordestî
Tu hê jî bawer î tu azad î?
Kî ev pergal nivîsî?
Zilamê spî yê serdestî
Yê me xapandî yê me kir bin pî
Nemînin bin sî ya wî
Biskînin wî çemberî
Bawer nebin ji derewên wî
Xwe venesêrin bin sî ya sî

Dinya tarî be jî.. Tu tîrêj î

Sî ya Sî Sï Sî
Sî ya Sî Sî

Gotin: Serhad Helexî
Muzîk: Pascal Schoenenberger, Simon Hansson
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?