Serhat Çarnewa - Gula Min
wêneyê hunermendî:ê 104 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Serhat Çarnewa - Gula Min

Gulam nava baxçayî
Rewşa bûk û keçayî
Ti girtiya hurçayî
Bi çar destan pêçayî
Ti girtiya hurçayî
Bi çar destan pêçayî

Gulam nava newal e Gula min
Ava kaniya zelal e Gula min
Gewr û rind û delal e Gula min
Dil ji boy te dinale hey Gula min

Gulê xwazginiyê teme
Ez dil birînê teme
Her dem dilvînê teme
Ez xemrevînê teme

Gula min nava newal e Gula min
Ava kaniya zelal e Gula min
Gewr û rind û delal e Gula min
Dil ji boy te dinale hey Gula min

Gotin: Seydayê Dilbirîn
Muzîk: Hozan Dilovan

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?