Serhat Çarnewa - Zeriya Min
wêneyê hunermendî:ê 101 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Serhat Çarnewa - Zeriya Min

Çûme Urfayê bi sosin e wax zeriyê me
Hatim Urfayê bi sosin e wax zeriya min
Van keçan dil girtine wax zeriyê me
Van keçan dil girtine zeriyê me wey, tu delala Rihayê

Riha maye di nav gulan ay ay ay zeriya min
Riha maye di nav gulan ax zeriyê wey
Gul danîne nav dila wax zeriyê me
Gul danîne nav dila zeriyê me wey, hûn çavreşên Rihayê

Zeriyê me bi şarê reş in ay ay ay zeryê me
Zeriyê me bi şarê reş in wax zeryê me
Kil ji çavan diweşin wax zeriyê me
Kil ji çavan diweşin zeriyê me wey, hûn delalên Rihayê
Wek bilbilan dengxweş in zeriyê me
Wek bilbilan dengxweş in wax zeriyê me
Kil ji çavan diweşin wax zeriyê me
Kî dil didê serxweş in zeriyê me wey, hûn delalên Rihayê

Dikim nakim nê rayê zerya min
Dikim nakim nê rayê wax zerya min
Pê re ketim belayê wax zeriya min
Pê re ketim belayê zeriya min wey, tu çavreşa Rihayê

Riha bê te ne xweş e ay ay ay zerya min
Riha bê te li min nayê lê zeriya min
Bê te sebra min nayê wax zeriya min
Bê te xewka min nayê zeriya min wey, tu delala Rihayê

Gotin û Muzîk: Gelerî
Herêma Rihayê
Çavkanî: Mihemed Arifê Cizîrî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?