A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Serhat Ertuna - Lîlan
Gotinên Stranan

Serhat Ertuna - Lîlan

Wek stranek evînî bi saz û aheng
Diherikin newayên ji lêvên gulreng
Bi lîlan û stran diljar bûm bi hest
Wek sûlava şerabî min dikî sermest

Porên te bi gul in, lêvên te şêrîn
Awirên te wek tîr in, maçên te birîn
Dikene bihar tê geş dibe evîn
Ger diçe bi jarim dil tije birîn

Wek agirê dojehê xwe li min digre
Wek bayê sibehê min bi xwe'r dibe
Ez bê te diljar im, xemgîn û bi êş
Bê te roj tarîye li dil dibe reş

Gotin û Muzîk : Serhat Ertuna
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?