Serhat Ertuna - Bikene
wêneyê hunermendî:ê 58 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Serhat Ertuna - Bikene

Digerim li çîrokan
Têm ji nava dîrokan
Dibînim mirovên vê jiyanê
Dinêrim li evînan
Hemû derd li hev pêçan
Dibînim tenê hestirê vê jiyanê

Em welatê keseran
Himbêz dikin kederan
Wek eşqa Mem û Zîn in
Dil di nava zîndanan

Stranên şoreşiyê
Tên lorîn bi hestiran
Mîna dayikên şemiyê
Bendewarê hêviyan
Were were

Were were
Bikene û were
Dilê xwe veke
Xeman, jê derxe

Bikene ji dilan
Jibîr ke kederan
Dema dîlanê ye
Bila şahî bibe jiyan
Were were

Bêxew hezar û yek şevan
Dibêjin ew çîrokan
Bêxew mîna Şehrazad newestiyan
Difirim wek Sîmbad im
Li ezmanan azad im
Dinêrim li mirovên bask şikestiyan

Bese ev stembarî,
Rakin ji ser xwe vî barî
Bi hêz ji nû ava bikin
Derkevin ji tengezarî

Bes kedera sedsalan
Paqij bikin hestiran
Avabikin jiyanek nû
Bi ken rizgar bikin dilan
Were were

Were were
Bikene û were
Dilê xwe veke
Xeman, jê derxe

Bikene ji dilan
Jibîr ke kederan
Dema dîlanê ye
Bila şahî bibe jiyan
Were were

Gotin û Muzîk : Serhat Ertuna

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?