Serhat Ertuna - Min Himbêzke
wêneyê hunermendî:ê 56 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Serhat Ertuna - Min Himbêzke

Li berbanga sibehek zu bihar bû dem yarê
Şiyarbûm ez bi çavên dil zar û xem
Wek geştiyarekî ber bi hêviyekî
Wate darde li te digerim
Her kû te nebînim bêhnek kêm distînim
Bête kêmim xwe ji te pêktînim

Min himbêzke bedewê
Yara dermanê kezebê
Payiz hat lez bike pel weriyan
Xwerist evîn dive
Min himbêzke bedewê
Yara dermanê elemê
Payiz hat lez bike dem qediya
Xwerist evîn dive

Ez li nav rezên te
Fêkiyeki bê dendikim
Her ku baran dibarê
Ji reyen te xwe heyî dikim
Wek geştiyarekî ber bi hêviyekî
Wate darde li te digerim
Her kû te nebînim bêhnek kêm distînim
Bê te kêm im xwe ji te pêk tîn im

Gotin û Mûzîk: Harun Ataman

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?