Serhat Ertuna - Perde
wêneyê hunermendî:ê 39 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Serhat Ertuna - Perde

Stran û awaz li dilê min bûn hewar
Li pişt perdê rûyê te bi reng, aheng û bihar
Dibişkivin gulên sor ji nav xwîna dilê har
Di nav xewnên spî de, ez digerim bêhişyar

Di bin perdaya spî de şewq didin guliyên zerîn
Wek bablîsokê xwe dipêçe li vî dilê xemrevîn
Wekî tîrêjên heyvê ji nav ezmanan ew hat
Ji vî dilê bêxwedî re, ew bûye xelat
Ji bê rengiya emrê min re ew bûye xelat

Li ber bêhna vê biharê digeryam ez li şopa te
Ronya heyvê ya şevên reş dipirsim ez li evîna te
Wek çemên ji ava zelal, te sarkir ev dilê germ
Wek asimanên bê dawi hezkirina min her dem

Gotin û Muzîk : Serhat Ertuna

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?