Serhat Ertuna - Xewnî Jûrekem
wêneyê hunermendî:ê 72 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Serhat Ertuna - Xewnî Jûrekem

Ehat û pencere be çavî ew berom kirawe
Le lêvya tamî zerd û bûnî payîzim nijawe
Weko balindeyêkî bêgunah û pir letase
Lenerm û kalî qijya, bêsebeb ebûm beşane
Ehat û rêgakan leber mina obûr û xet bûn
Herasî rûyîştinî ew ta hemîşe tirsî min bû
Egerçî bêxeber berew xeter rêgam epêwa
Bedestî xom lexom û xenwî jûrekem becê mam

Eceb şewêkî tal û çend şeqamêkî reşim dî
Lewê da tamî sext û bêwizey xeyanetim dî
Ke pêkenînî nerim û hestî germî lêwekanit
Exizaye destî zibrî ew, belam netbînî çîm lêhat
Beqed dîwarêkî mandû roxan û rencim beser hat

Îtir zevîn û pencer û perwane tamî çî bê
Evîn û qîn û tase lay minî bêçare çî bê
Kedest ekem berew diro, berew dûrûyî ew dêt
Cehenemî dilî min ta ebed tawanî min bê
Eger weres le xom û herçî cadey sefer bim
Lewehşetî ewîna wek zewî weylanî rê bim
Eger serim binême koşî pir leqînî mirdin
Nagate ew şewey şeqamewe leto becê mam

Gotin: Shaho Mahmoodi
Muzîk: Roozbeh Mosleh
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?