Serkan Kanîreş - Sakîne Leyla Fîdan
wêneyê hunermendî:ê 57 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Serkan Kanîreş - Sakîne Leyla Fîdan

Dêrsim îro xwîn digîrî
Ji bo Sakîne ya sor gulî
De ew jin bû, ew jiyan bû
Sed heyfa wan biskê sorî
Ew jiyana gelê min bû
Sed heyfa wan biskê sorî

Sakîne Leyla û Fîdan
Hersê jinên qehreman
Sakîne Leyla û Fîdan
Hersê şehîdên me Kurdan
Wan sitêrkên azadiyê
Şewqa xwe daye Kurdistan

Amed tu derê xwe veke
Tu Leyla ya xwe hembêz ke
Amed tu singê xwe weke
Tu Leyla ya xwe hembêz ke
Doza wê azadiya te bû
Dilê wê tijî mereq e

Sakîne Leyla û Fîdan
Hersê jinên qehreman
Sakîne Leyla û Fîdan
Hersê şehîdên me Kurdan
Wan sitêrkên azadiyê
Şewqa xwe daye Kurdistan

Mereş derdê te giran e
Fîdan'a te hîn ciwan e
Mereş derdê te giran e
Fîdan'a te hîn ciwan e
Tu kevoka min neêşîne
Îro te re bûye mêvan e
Tu gula min baş mêze ke
Waye te re bûye mêvan e

Sakîne Leyla û Fîdan
Hersê jinên qehreman
Sakîne Leyla û Fîdan
Hersê şehîdên me Kurdan
Ew sitêrkên azadiyê
Şewqa xwe daye Kurdistan.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î