Şeroyê Biro - Bedewê
wêneyê hunermendî:ê 170 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şeroyê Biro - Bedewê

Bedewê êvar e, zeriyê gundê me meşiyane w avê,
Emrê, êvar e, zeriyê gundê me meşiyane w avê,
Gelî birano rabin temaşe kin,
Çîlanî bedewa, bejnbilinda, enîgewera xwe da pêşiyê,
Kinika xwe da paşiyê,
Qemerek bextê mi ra şermoke ne xwe dane navê,
Gelî birano mi go xwe dane navê,
Minê paşî çavî biriyê belek sondekî xwariye tu qelfê zeriya nakim tu silavê,
Kewa mine gozele wisan e şîvêta gogerçîn e, ku Çiyayê Elegezê biçêre,
Qereberbanga sibê zû rabe per û baskê xwe daweşîne ji qirarê vê xunavê bîle
bi kawê,
Ax torinê bûy Xwedê mi bûna te divêjim.
Werî bedewê, kawê, kubarê, çûme Helebê wê bi rez e,
Emrêm, çûme Helebê wê bi rez e,
Vegeriyame Mekê nava qîz û bûkê bi salî teze,
Gundîno bextê we da me îro sê roj e kaxiza lawikê mi hatiye,
Berê xwe da welatê xerîbiyê,
Wezê dikim ji çav û biriyê belek, eniya gever, dêmê gulî ramûsanekê lê kerem kim,
Bira welatê xerîbê dilê lawikê mi da nebe tu kul e, tu xem e, tu keser e, tu merez e,
Lê ecemê kawêm, ax torinê bextê te da me bona te divêjim.
Bedewê çûme Helebê, dîkê nîvê şevê li mi xulxuland,
Emrê, çûme Helebê, dîkê nîvê şevê li mi xulxuland,
Şevê bû hate nîveka şevê welatê dûrî delal,
Wek evdalê Xwedê nexweş bûm,
Xwêydaneke xêrê mi peyda bû,
Minê bala xwe dayê, cote pîrekê melûm ser mi ra sekinîne,
Yeke kefenê mi rast dikir,
Yeke meqes didayê difesiland,
Heyfa mi lê nayê bi heyfa,
Heyfa mi lê tê çav û biriyê belek, bejna zirav, dêmê gulî,
De nizanim paşî bi komiya zêra ji kê ra di neqişandî ne,
Dînê dîn im, dîn im, dîn im, dîn im,
Kawê kubarê torinê ji boy Xwedê me wezê bejna te divêjim.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?