Şeroyê Biro - Emînê
wêneyê hunermendî:ê 173 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şeroyê Biro - Emînê

Emînê, Emînê, Emînê, Emînê, Emînê, Emînê, Emînê wa,
Emînê qurba bi dil berda wez mirime,
Emirêm qurba, bi dil berda ez mirime,
Mal û milkê mi mahrûmê Xwedê cî dinê da zor î zaf e,
Ez ê bikişînime çarşî bazara Erzirûma wî şewitî,
Evîna mele ra bata bi xêr helîmekî dor bi surme,
Yar, yar, yar de yar, yar, yar, gelek zilm e.
Helîmekî dor bi surme,
Bira diya mi kor be, bavê mi darê dinê da xêrê nebivîne,
De dame kurê kesîbî mal di gund da, qedrê Xweda ne ser malê dinê,
Milê mi girtine dane kurê feqî Ûsivê poz bi çilm î papaxgenî,
Yar, yar, yar, yar, yar, yar, yar, yar gelek zilm e.
Emînê, Emînê, Emînê, Emînê, Emînê, Emînê,
Weza goharî te digerim alîkî,
Na na ketime qerexa di Xabûrê,
Çiqas qîzê mêrê nema temam bextê mi evdala Xwedê wa mi kenî,
De wa mi kenî,
Bila diya mi kor be, bavê mi darê dinê da xêrê qe nevîne,
Çawa ez dame kurê xelqêda, wez hepsanî, bereta sibêda dilê min bûye dax,
ezê dame ser malê dinê,
Milê mi girtine dane kurê feqî Ûsivê poz bi çilm î papaxgenî,
Yar, yar, yar, de yar, yar, yar gelek zilm e.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?