Şeroyê Biro - Hekîmo
wêneyê hunermendî:ê 248 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şeroyê Biro - Hekîmo

were bêje hekîmo hekîm qûrban tuyê bi xwe kî
xwedê hebînî ser me da neke nazî, wey neke nazî
tuyê merhemekê ji birîna birîndarê mala bavê min re çêkî
tovê henikê, ji donê zeytê, koka darê dara mazî
wey esmerê bînî şîrê teyrê bazî,
emê pêşkêşî hekîmê xwe kin
bo xatirê birîndaran zêrê serê van pîrekan hekîm
heger tuyê birîndare mala bavê min sax kî
tu yê bi zêrê bi serê me qaîl bû, qaîl bû qaîl nebû,
ezê pêşkêşî hekîmê xwe kim rûkê henarî, gerdena nazî
wî de evdal im evdal im nemînim nemînim...
wer hekîmo birîna birîndarê mala bavê in xedar e, neêşîne

were bêje hekîmo
hekîm qûrban tu yê qutiya melhemê ji wî alî bîne vî alî,
wî e hê hê... bîne vî alî
tuyê dibînî birîndarê mala bavê min bi ser birîna xwe de kûr dinalî
de tu yê çêke melhemekê çêke ji evîna dilê evîndara
tovê biyê, ji koka dara darkinêrê
wey esmerê bîne şîrê teyrê barî
wesmerê bîne şîrê teyrê barî,
wemê pêşkêşî hekîmê xwe kin
hal û malê dinê ji bo xatirê birîndara, zêrê stûyê van pîreka
hekîm eger tu yê birîndarê mala bavê min sax kî
tu yê bi zêrê stûyê me razî bû,
razî nebû wezê pêşkêşî hekîmê xwe kim
cotê zermemkên qerqaşê hejde salî
wey de evdal im evdal im, nemînim nemînim...
wer hekîmo birîna birîndarê mala bavê min xedar e neêşîne
Şîrove
logo
Abdulazîz 16-12-2020 10:19:48
Were Hekîmo, heger tuyê
Xwedê li ser xwe dihebînî bese tuyî ser min re bikî nazî ... bikî nazî
De tuyê were merhemekê çêke birînê birîndarê mala bavê min re
Ji dovê hilika, donê zeytê, koka dara vê mircanê ,..
Ax bextê te me wez esmarê şîrê teyrê bazî, wez şîrê teyrê bazî wezê pêşkêşî hekîmê xwe bikin hal û malê diniyakê zêrê serê van pîrekan
Heger qayîl bê qayîl nabê ber destê xwedê qirar be, ji bona xatirê birîndarê mala bavê xwe wezê pêşkêşî hekîmê xwe bikim cotê zermemikê qaşî çardesalî

Evdal im evdal im ... nemînim nemînim ..
Ax hekîmo bextê te me birînê birîndarê mala bavê mi xedar e, neêşîne ....

Bê hekîmo, heger tuyê dînê xwe dihebînî tuyî qutiya dermana ji wî alî bîne vî alî ... bîne vî alî
De Tuyê were merhemekî çêke birînê birîndarê mala bavê min re, Ji dovê hilika, donê zeytê, koka dara vê mircanê ,..
Ez bextê te de me wez esmarê şîrê teyrê bazî, wezê pêşkêşî hekîmê xwe bikin hal û malê diniyakê zêrê serê van pîrekan
Heger qayîl bê qayîl nabê ber destê xwedê qirar be ji bona xatirê birîndarê mala bavê xwe wezê pêşkêşî hekîmê xwe bikim cotê zermemikê qaşî çardesalî

Evdal im evdal im ... nemînim nemînim ..

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?