Şeroyê Biro - Hemê Mûsikê
wêneyê hunermendî:ê 51 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şeroyê Biro - Hemê Mûsikê

Siba me sêveke jê bi şîrîn e, êla me wêleke jê bi rengîn e,
Malê me li hafa qûntarî zozanî jor bi danîne.
Hemê Mûsê Kerhanî bira ber konî erebî rûniştî ne,
Şêr û misîr heftê gîra wa danîne,
Hemê Mûsê serê xwe şêwra bi hiltîne, du siyarê serê kuçê jêr mi dîne,
Divê Bedîlê wa Bedîlê tu diya bavê mi kiri bî de ber çevê xwe dûrbînê,
Bînê çika her siyarê wana kî bi kî ne,
Bedîlê dide ber çavê xwe dûrbînê,
Divê birango her siyar hewarçî ne,
Yek kurê şivên e, yek kurê gavên e,
Kurê şivên dike dilezîne,
Kurê gavên qidûm çoka da tu nîn e,
Mal berfîrnêbazê naxîne,
Nemînim, nemînim, nemînim ax nemînim,
Birango êla Beraza şandiye hewar e.
Xeberê dev zarê Hamê di Mûsê da, her du siyar xwe konê erebî re digînin,
Divê hay ji Hamê ra hay ji Mûsê ra,
Kela deştê malê hewşaniyê bokê Mûsilê ra ax,
Xweşmêro rabe siyar be, talanî beroja daxistine xamê Dewalûkê di jêrîn e,
Nemînim, nemînim, nemînim ax nemînim birango rû dinyayê.
De Hamê Mûsê li dû kerwanê dikevê ye,
Berê xwe dide qalê û cengê ye,
Şarê dike diqîrîne, divê Kelhokî min î qafgiro,
Rabe defa hewarê bigerîne giregirê êla Berazan bicivîne,
Heçî gava serê Hamê Mûsê orta meydanê tune be,
Qafbîrza mî gorpanekî gunda naçêrîne,
Nemînim, nemînim, nemînim ax nemînim rûhewata vê dinyayê ax.
De Şarê divê Bedîlê, tu diya bavê mi kiribî,
Were em ê destê hev bigrin herine serê qûçê sûçihê jêrîn e,
Belkî Xwedê peyakî tê tolî bavî kotî rastî me tîne,
Diçine serê qûçê jêrîn e dinêrin, peyakî rêya jêr ra têye,
Kiras derpê te yê spî ne, qilçikê kiras derpê te yê erebî ne,
Şerê çepê jê divê peya ho peya, serê mi li dora serê te geriyayo,
Te hay ji siyarê mi nîn e,
Peyayê divê, Şarê dayîka mi kir wer nîşanê xwe ji mi ra bêje,
Go nîşanê siyarê mi sapokê linga wê cebekî ne,
Qapûtê nava mila qawerengîn e,
Heywanekî binda, navkêlî tajî, dêl qamçî,
Sim kodî, go kêvrûşkî xalxalî ne,
Heçî gava rojê oxirmê giran hemberê kose misriyê kurî bava,
Hey têvî heywanî dev davê tevdî waxê hespê neyara ser siyarê xwe da dikişîne,
Nemînim, nemînim, nemînim ax nemînim ax wey rûdinyayê.
De Şarê dike di qîrîn e, divê peyayo, ha peyayo,
Xwedê ocaxê te nava ocaxa da kor kiro,
Vê sibê wa çi cewab e çi mizgîn e,
Peyayê divê Şarê, dayîka mi kirî neqîrîne,
Bedîlê xwenga mi kirî neûrîne,
Rast e sê zêr gel wî siyarî ne,
Lê hema we siyara notila gurekî şiyar î qol î devbixwîn ketiye nava eskerê
Osman paşa,
Îzna Xwedê heta danê nîvro wê tolê vegerîne,
Nemînim xweyo, nemînim, nemînim, nemînim ax nemînim birako êla Bera-
za şandiye hewar e.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?