Şeroyê Biro - Li Min Li Min
wêneyê hunermendî:ê 52 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şeroyê Biro - Li Min Li Min

Wey malîno, ez ê çawa bikim ji xwe û vî dilî, li min, li min, ji xwe û vî dilî.
Gundî, malîno, kawa kubar bûye stêrka wiraqirî,
Eman pêşiya hîvê dimilmilî, li min, dimilmilî.
Wey lê dîne, xwezil teyê lawikê xwe bidîta çend saleka pêşda,
Eman ser kewna lo ewilî, li min, li min, li min dilo.
Ax malîno, kawa mi yeke sorespî ye, xwînşîrîn e, li min, li min xwînşîrîn e
Ay de mi go morî mircanê zenda zer da lo sor spî ne, li min, li min sor spî ne,
Gundî malîno, qe tu kesek sebram xweşik e, kawa gozel,
Ne wê hem nazik e hem nazdar e em çi dîn e, li min, li min dilkafiro.
Wax malîno, kawa min yeke kin e ne dirêj e, li min, li min ne dirêj e.
Gundî malîno, nola ta rihana ser sûret sûretê ser bejnê da şax bavêje li min, li
min şax bavêje,
Ay lê dîne de tu were ramûsanekê mi peyde ke,
Bira şûnda rûnê ji xwe ra bêje li min li min li min dînê.
Wey lê dînê, wezê navê te nizanim,
Divêm Hewê, li min li min divêm Hewê,
Oy de vê sibê mîratê bilbilê dixwîne sî û sê zimana,
Wê te bike zimanê kewê, li min li min zimanê kewê.
Wey gundîno, wele bîle ez ê tu car nedim terka vê rindê,
Çav û biriyê belek, wê bedewê li min, li min, li min, li min.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?