Şeroyê Biro - Metê
wêneyê hunermendî:ê 287 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şeroyê Biro - Metê

De hay lê, were hay lo hay lê, were hay lo hay lê,
Metê dêranê, heçî gava Mihemedê Elî ji mal siyar bû ser nepişkîne,
Bêîmanê heçî gava, Mihemedê Elî ji mal siyar bû ser nepişkîne,
Ev roj ne roja Xwedê be wan cote qonaxa Metê Entaba Jêrîn e,
Divê Berekilane korê şivan e, seqeta gulekî berî bedena Mihemedê Elî siyarê
Tîma da,
Hey lo mala bavê xirabê, kesek tune timtêla Mala Sêrxo bigerîne,
De hay lê, hay lê, de hay lê, hay lê, oy.
Dere haydê Metê dêranê, zinêr da, zinêr da,
Bêîmanê zinêr da, zinêr da,
Her du milê dêla Metê bişkê qola di zendê da,
Îro sê roj û sê şev e gulekî berî bedena Mihemedê Elî daye,
Hey lo mala bavê xirabûyê, gule maye birînê da,
De hay lê, hay lê, de hay lê, hay lê, de hay lê, hay lê, hay lê,
Meke Metê, meke bêîmanê, meke cazûyê, meke fesadê meke, agirê kulê beyta
mala bavê xwe de,
Te cinyazê bavê teda Mihemed Elî siyarê kûvî orta meydanê xira neke oy.
De hay lê, de hay lê, hey lê, hay lê, hay lê, hay lê, hay lê, hay lê,
Metê dêranê, Metelanî xopan wê bi kelê ye,
Keftarê Metelanka wê bi kelê ye,
Xwedê mêrî Xwedê eyan e Mihemedê Elî siyarê dîwanî,
Vê sibê kula dilê mi ra siyarê borik î dêlhine ye,
Metê bêîmanê nekuje, bavê Cano Mihemedê Elî siyarê dîsa,
Bêrîvanê roja oxirmê giran berxê koza mala bavê te ye,
Hay lê de hay lê, hay lê de hay lê, hey dê, hey dê, hey dê, hey dê,
Meke metê meke, bêîmanê meke, caziyê meke, fesadiyê meke, mirinê meke,
Agirê kulê beyta mala bavê xwe de,
Te cinyazê bavê zelo Mihemedê Elî siyarê tire ye,
Dixe orta meydanê xirab neke.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?