Şeroyê Biro - Saliho
wêneyê hunermendî:ê 75 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şeroyê Biro - Saliho

Saliho kuro, tu nemêr î ne camêr î,
Êtîmo, tu nemêr î ne camêr î,
Wekê tu mêr bî, camêr bî, xîreta mêra te ra hebe,
Were bişkêne kilîta çiftê zermemika mifta dêrî,
Hay dil de hay dil, hay dil, hay dil, hay dil.
Kuro kurmalo, bişkêne kilîta çiftê zermemika mifta dêrî,
Were serê xwe bide, malê xwe bide, canê xwe bide mi birevîne,
Tu nehêle ber perdê da bûka rûbixêlî,
Haydê, de haydê, yêtîmo haydê.
Saliho kuro, bejna mi zirav e kulîlka berbiro ye,
Êtîmo, bejna mi zirav e kulîlka berbiro ye.
Were kavilê gunda temaşe ke ji Xwedê mêrî Xwedê va eyan e,
Çev û biriyê mi belek in, bejna mi zirav e, dêmê min î gulî ye,
Zimanê mi qeysa şîrîn e, tu bêjî gezo ye,
Êtîmo qeydê ji geza ye,
Were kavilê gunda serê xwe bide, malê xwe bide, canê xwe bide mi birevîne,
Wey êtîmo, gilî gotinê xelqê bi sala meha,
Gilî gotinê min û Salihê axê hero bi hero ye.
Saliho kuro wêlî bi mi wêlî,
Malxirabo, wêlî bi mi wêlî,
Bejna min zirav e şivêta kulîlka hafa gelî,
Malxirabo, şivêta kulîlka hafa gelî,
Were kavilê gunda da mi birevîne,
Tu vê sibê nehêle ber perdê bûka rûbixêlî,
De hay dil, haydê, de hay dil hay dil,
Êtîmo tu her kê mi direvînî birevîne,
Hergê tu mi narevîne kavilê gunda da ji min dûrî min porkurê.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?