Şeroyê Xacikyan - Delal Ha
Gotinên Stranan
Şeroyê Xacikyan - Delal Ha
Delal e bi ha delal e, Hesenê Axê delal e,Delal e bi ha delal e, torinê malê delal e.
Kirasê bi deleme ye, bi qirçikî erdê dimale.
Kirasê bi deleme ye, bi qirçikî erdê dimale.
Dîwana bi Mîro Paşa bi lê, mînaye kewê lal e.
Dîwana bi Mîro Paşa bi lê, mînaye kewê lal e.
Cindî ye bi ha cindî ye Hesenê Axê cindî ye,
Cindî ye bi ha cindî ye bi torinê malê cindî ye.
Kirasê bi deleme ye qirçikê wî erebî ye.
Kirasê bi deleme ye qirçikê wî erebî ye.
Dîwana bi Mîro Paşa bi lê, mîna kewa xwendî ye.
Dîwana bi Mîro Paşa bi lê, mîna kewa xwendî ye.
Çi dîn e bi ha çi dîn e, Hesenê Axê çi dîn e,
Çi dîn e bi ha çi dîn e, bi torinê malê çi dîn e.
Kirasê bi deleme ye qirçika li mila dijdîne.
Kirasê bi deleme ye qirçika li mila dijdîne.
Dîwana bi Mîro Paşa bi lê, weka kewa dixwîne,
Dîwana bi Mîro Paşa lê, weka kewa dixwîne.
Şîrove
Stranên din ên Stranbêjî/ê
Strana Îro
5 Stranên Populer
5 Şîroveyên Dawîn
Wey Lo Dilo - Rojda
Hinek xeletî hene. Mînak(nimûne); "e" cuda tê nivîsandin. Mînak; Çi hale na❌ Çi hal e✅(yekemîn)
Pêt û agir im gerîyam na❌ Pêt û agir min gerîya.(duyemîn)
Wek feqîyêk(❌) pîr û kal "êk"di Soranî de heye,di Kurmancî de "ek" e.Mînak ;Wek feqîyek(✅)
Pêt û agir im gerîyam na❌ Pêt û agir min gerîya.(duyemîn)
Wek feqîyêk(❌) pîr û kal "êk"di Soranî de heye,di Kurmancî de "ek" e.Mînak ;Wek feqîyek(✅)

Îstatîstîk
Hejmara Stranan: 6,869
Hejmara Stranbêjan: 853
Hejmara Şîroveyan: 53
Xwendina Gotinan: 807,547
gotinenstranan@gmail.com
Malpersazî: MergeSoft