Şêrzat - Çiya Anî Deştê Kir
wêneyê hunermendî:ê 70 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şêrzat - Çiya Anî Deştê Kir

Ji rengê dîlbera horî
Gul û reyhan li min peyda
Zerîfa şeng niha borî
Şeveq dabû di rewzê da

Şeveq da erd û esmanî
Li min dîlber tu astan î
Dixwim sondê bi subhanî
Zûleyxa bû di Misrê da

Minawer bû di nav nûrê
Kemer dabû li ser sûrê
Ji rengê dîlbera horê
Dilê min tîrekê lê da

Li min da tîrekî dijwar
Serê tîrê di dil çû xwar
Dema ku ez dikim hawar
Wekî Mecnûn di deştê da

Wekî Mecnûn dimînim ez
Fena bilbil dixwînim ez
Heta kengê bimînim ez
Di heps û di zindanê da

Di heps û hem di zindanê
Wekî Yûsif li Kenanê
Gelo ya rep dîlber kanê?
Neçar mame di vê rê da

Helbest: Feqiyê Teyran
Muzîk: Şêrzat
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?