Şêrzat - Ez Nizanim Çi Bêjim
wêneyê hunermendî:ê 112 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şêrzat - Ez Nizanim Çi Bêjim

Heval ez bilûrvan im
Dengê saza hozan im
Ji we ez dilgiran im
Ez nizanim çi bêjim

Ez daxwaza Xanî me
Rewşa nexşên Manî me
Di ristê de kanî me
Ez nizanim çi bêjim

Arê dilê Cizîrî
Tava tora Herîrî
Ez nûjen im bi pîrî
Ez nizanim çi bêjim

Nakin dengê saza min
Guh nadin awaza min
Yan nizanin raza min
Ez nizanim çi bêjim

Çima hemî nabin yek
Leşker nakin lek bi lek
Kanîn ew bircên belek
Ez nizanim çi bêjim

Hirç ketine nava rez
Gur ji hawir têne pez
Ji xew rabin em bi lez
Ez nizanim çi bêjim

Helbest: Cegerxwîn
Muzîk: Şêrzat



Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?