Şêrzat - Ferîforya
wêneyê hunermendî:ê 96 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şêrzat - Ferîforya

Sê gul çandin li axa Medan
Aj dide ji bo me jiyan
Yek xunav ji behra dilan
Diherike dibe gulîstan

De herin oxir be ji we re
Li benda we Zîlan, Bêrîtan
Bûn stêrk li rûkê esman
Sakîne, Leyla û Fîdan

Ferîşteyên jiyana azad
Ferîforyayên li nav agir in
Rêhevalên (evîndarên) hîv û rojê
Kevokên doza felat in

Dibêjin şev xencereke reş e
Û xafil di dilên xelmaş re derbas dibe
Lê min ne bawer e
Hûn jî bawer nekin û herin!

Lewre îşev şev ron e
Dinya çîksayî heyveron e
Kî dibêje bi sê guleyên serbizeng roj tarî dibe
Na xêr, Roj ji her gav bêhtir stêrkan diçirisîne

Herin, nesekinin û herin!
Wa ye stêra Zîlan û Bêrîtanê jî diberiqîne
Peyvên ji tayê roniyê li tevna helbestê dixîne
Beyt û newaya we jê hildiberîne
Di gewriya gelê arî de distrîne
Û hemû dengbêj û hunermendan jê dihesidîne.

De herin.!
Lewre sê findên reqas li dûv we pêketî ne
Sê stêrên dilgeş li ser sêla sincirî ya asoyê welatê min govend girtine
Xemla xwe dane şevê û kirasê taristanê qulqulî kirine
Li asîmanê Kurdistanê beredesteke sibehê zaye
û berbanga azadiyê rû daye.

Herin oxir be ji we re,
Ey Sakîne, Leyla û Fîdan

Gotin: Şêrzat
Helbest:İbrahim YILDIZ
Muzîk: Şêrzat



Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?