Şêrzat - ŞIvanê Min
wêneyê hunermendî:ê 64 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şêrzat - ŞIvanê Min

Hat şivanê min kal a
Berê berê ber avê
Hat şivanê min kal a
Min dîtibû mişarê li ber avê

Tê jiyana min xewnê
Delîl delîl xanê

Şarikê li ba bikim, li ba bikim ba bikim
Birêsim porê xwe, xalxala bi şaran bikim
Guliyan li ser eniyê şor bikim
Rîişiyên li kamaxan li ba bikim

Herê lo lo lo lo herê lê lê lê, tê min dengê bilûran
Herê lê lê lê herê lê bûm şivanê roj û şevan

Li nav teht û zinaran bûm nêçîrvanê xezalan
Rojka min wa çû ava, bûm şevderê çavên belek
Xurîn ketiye guhanan
Kar hatine ser delavan, kar hatine ser delavan

Hat şivanê bêlana
Berê berê ber avê
Hat şivanê bêlana
Min dîtibû mişarê li ber avê

Tê jiyana min xewnê
Delîl delîl xanê

Cotê keziyan bihûnim, ez ê bihûnim, ez ê bihûnim
Rûkê xwe sor bikim wek hinarê dehla jêrîn
Bejn û bala xwe bixemlînim
Li hêviya lawikê xwe bimînim

Herê lo lo lo lo herê lê lê lê, tê min dengê bilûran
Herê lê lê lê lê herê lê, bûm şivanê roj û şevan

Çavên min li rêka te ma kar veweşiyan qelaça
Şevka min wa dîsa hat dilkê reben kul neke
Bêramûsanên hinarî
Min bi van çolan ve rê neke,min bi van çolan ve rê neke

Berhevkar: Marûf ALAN, Şêrzat
Muzîk: Gelêrî



Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?