Şevavê Egît - Çîya Bilind e
wêneyê hunermendî:ê 23 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şevavê Egît - Çîya Bilind e

Weylê dînê çiya bilind in, te nabînim lê te nabînim,
Wa kurmalê gul sor bûne naçilpînim,
Gundî malîno ez ê ser dilê xwe û kawa kubar ra,
De tu dilan nahebînim.
Lê lê dînê pezê gundê we zozanê me çêrandin, me çêrandin,
Eman dîno xamberîra dûw gerandin, dûw gerandin,
Hey lê dînê keçikê gundê we bedew in,
Xortê gundê me helandin, me helandin.
Wey malîno, dîna min revî, way direvî, wa direvî,
Heylê dînê tê wê rind î, pir bedew î, pir bedew î,
Ax malîno ez ê dikim keleş kawa xwe bigrim,
Ketine orta min û wê da deşt û zozan, mêrg û zevî, mêrg û zevî.
Wey malîno, dînam revî, wê direvî, wê direvî,
Keleş kawê tê wê rind î, pir bedew î, pir bedew î,
Gundî malîno ezê dikim keleş kawa xwe bigirim,
Ketine orta min û wê da deşt û zozan, mêrg û zevî, mêrg û zevî.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?