Şevavê Egît - Lê Lê Dînê
wêneyê hunermendî:ê 22 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şevavê Egît - Lê Lê Dînê

Wey lê lê dînê,
Ay ne mi go wezê, go wezê diqîriyam lo,
Mi digo na wele qulingimi difiriyan,
Gundî malîno, li welatê xerîba,
Wezê ser cî meskenê lawikê xwe ra digeriyam eman,
Wê lê lê dînê,
Ay ne mi go ezê quling im, qulingê vê Emanê,
A qulingê vê Emanê,
Gundîno lo malîno, heval û hogirê minê firtane li ber dîn e,
Ez mehrûmê Xwedê li welatê xerîbê mame tenê eman.
Mame tenê, xwezila çavê minê kewa gozel biketa,
Bira serê mi jêkirina, cendekê min bavêtina birca kelê wî bedenê, eman.
Wê lê lê dînê,
Ax ne mi go sibe ye,
Wa li kula dilê mi ra kubara sibê nayê,
Kubara sibê nayê,
Bire zerîngê me meşiyane avê, meşiyane avê,
Çîlan û bedewa, kawan û kubara, xwe dabûne pêşiyê,
Enî kevera xwe dabûn paşîyê,
Gundîno, qemera mine şermoke bû xwe dabû navê li min, li min, way li min.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?