Şevavê Egît - Wey Dil
wêneyê hunermendî:ê 27 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şevavê Egît - Wey Dil

Wey lo, wey lo, wey lo, wey lo, wey lo, wey lo, wey lo, wey lo, wey lo,
Wey lo dilo mehrûmo, ne mi go wez ê çûme Dêrsimê, xweş Dêrsim e,
Ax de avê çema lingalinga geliya li gola,
Ser mi da têne, gimegim e, zimezim e, way dil, way dil, way dil.
Gundî malîno, minê bala xwe didayê du sazbendê rûniştî ne,
Kêleka sazê wana zîvîn e yek zêrîn e,
Şêv û şêbiskê şê va danîne kula dilê mi ra lêdixin,
Ringering e, zingezing e, way dil, way dil.
Ax wey lo lo, wey lo lo, wey lo lo, wey lo lo, wey lo lo, wey lo lo,
Hey lo dilo mehrûmo, ne mi go wez ê teyrê Dêrsimê kula dila ra teyrekî reş
im,
Ax gundîno lo malîno perê minê şikestî ne, qanatê min ê weşiyane,
Wezê nikarim li ser sûra Diyarbekirê ra bifirim wey bimeşim, zalim zalim.
Ax lawiko qurban her kî tê werî mi bixwazî were,
Tê wekî mi nexwazî xwezgînî mala bavê mi de rûniştî ne, sed û şeş in, way dil,
way dil.
Wey lo lo, wey lo lo, wey lo lo, wey lo lo, wey lo lo, wey lo lo,
Hey lo dilo mehrûmo, wezê çûme Dêrsimê van meçîta,
Tavê daye şûşa, şûşebenda kewan û kubara, na wele dîsa reşkona gireçîta,
Xwezila xêra mala Xwedê ra egîtê mi ra jê ra vê sibê kewa gozel bihata,
Min ê bi çevê xwe bidîta way dil, way dil.
Wey lo lo, wey lo lo, wey lo lo, wey lo lo, wey lo lo, wey lo lo,
Wey lo dilo mehrûmê, ne mi go wez ê teyrê Dêrsimê kula dila ra teyrekî hir im,
Gundî malîno perê minê şikestî ne, qanatê minê weşiyane,
Wezê nikarim li ser sûra Diyarbekirê ra bimeşim wey bifirim.
Ax lawiko qurban hekî tê werî mi bixwazî were,
Tê wekî mi nexwazî xwezgînî mala bavê mi de rûniştî ne,
Qelenê min dibirin way dil, way dil, way dil.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?