Seyadê Şamedîn - Ax Eman Eman
wêneyê hunermendî:ê 62 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Seyadê Şamedîn - Ax Eman Eman

Çiya bilinde rê lê berde,
Te dilê min kiriye behra derda,
Îsalke delalê canê,
Serê mi bide ser zenda.
Ax eman eman eman,
Çi kulîlka devê çeman,
Were were ezî qurban,
Ax eman eman eman,
Çi kulîlka devê çeman,
Were were lawo qurban.
Te şîrînê av şerbetê,
Biçûktiya mi da dilê mi ketê,
Nizam çima nikarim bîr kim,
Heta roja qiyametê.
(DÎSGOTIN)
Çûme nava çevreşan,
Çima te tiliya min kişand,
Ji bo hub û eşqa dilan,
Kerba dilê min êşand.
(DÎSGOTIN)
Te çevreşê birû qeytanî,
Tu gul î li ber bîna min î,
Xewê şeva li min herimî,
Saet û gavê li bîra min î.
(DÎSGOTIN)
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î