Seyadê Şamedîn - Ermenistanê
wêneyê hunermendî:ê 40 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Seyadê Şamedîn - Ermenistanê

Dilê min yarê Ermenistanê,
Ji Elegezê heta û Axmuxanê,
Rewşê dide welêt Gola Sêvan,
Bihar û payîz, li zivistan.
Digerim nagerim ji te qe têr nabim,
Xwelya te gulistan, şên bî Hayastan.
Bedewêya te nay gotin bi ziman û zara,
Her goşeyê erdê te mînanî zêra,
Kurd Ermenî li te dijîn mînanî bira,
Tu car li te nakeve lingê neyara.
Digerim nagerim ji te qe têr nabim,
Xwelya te gulistan, şên bî Hayastan
Li ber sînorên dewleta te,
Ji erdê bigre heta û ezmanê te,
Mîna pelete sekinî bi engalê te,
Tu şên bî bira sax be miletê te.
Digerim nagerim ji te qe têr nabim,
Xwelya te gulistan, şên bî Hayastan
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î