Seyda Perînçek - Çûka Bê Hêlîn Nema
wêneyê hunermendî:ê 761 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Seyda Perînçek - Çûka Bê Hêlîn Nema

Çûka bê hêlîn nema
Çima tu bê war mayî
Xelkê bar kir çû heyvê
Qey tu di xew de mayî

Emrê mirov hindik e
Zû dema te nemaye
Li ser erda cihanê
Tu jî çêke starek

Bergîr jî ne bê nal e
Tev kubar û nazgî ye
Ker jî bê cil nemaye
Tu bê sol û tazî yî

Ez fahm nakim çima tu
Bi vî halî razî yî
Ker eyar e ka bêjî
Çêke li te bimbarek

Gava ku tu bê war û
Tim birçî û tazî bî
Li koşkên dewlemendan
Tê tim li ber derî bî

Bav xwestiye xwe veke
Ne hustûxwar û dîl be
Li hember nezaniyê
Tu jî çêke sînorek
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?