Seyda Perînçek - Dilzêr
wêneyê hunermendî:ê 42 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Seyda Perînçek - Dilzêr

Delala min Kurd û Kurdistanî ye
Dest û ember bêhna xwe jê girtiye
Di jiyana min de hêz û hêvî ye
Dil"bêhîmê" wek zarokê sêwî ye

Dilzêrînê derketiye pencerê
Awirên wê li dilan dixe xencerê
Fîstanê wê kesk û sor û zerîn e
Kembera nava wê zîv û zêrîn e

Dilzêrînê derketiye pencerê
Awirên wê li dilan dixe xencerê
Fîstanê wê kesk û sor û zerîn e
Kembera nava wê zêr û zêvîn e

Delala min Kurd û Kurdistanî ye
Dest û ember bêhna xwe jê girtiye
Di jiyana min de hêz û hêvî ye
Dil"bêhîmê" wek zarokê sêwî ye

Dilşêra min ketiye qada cengê
Sêr bikin li şewq û şemala şengê
Çek û rext hildaye li hespê "yetê"
Şoreşgerî pir li delala min tê

Dilzêrînê derketiye pencerê
Awirên wê li dilan dixe xencerê
Fîstanê wê kesk û sor û zerîn e
Kembera nava wê zîv û zêrîn e

Dilşêra min ketiye qada cengê
Sêr bikin li şewq û şemala şengê
Çek û rext hildaye li hespê "yetê"
Şoreşgerî pir li delala min tê

Gotin û Muzîk: Seyda Perînçek
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?