Seyda Perînçek - Em Nadin Kobanê
wêneyê hunermendî:ê 8422 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Seyda Perînçek - Em Nadin Kobanê

Hawar e.. Hawar e Kobanê..
Li ser serê te ferman e..
Werin werin, xwediyên şeref û namûsê,
Îro roja namûsê ye, çekên xwe hildin,
Çekên xwe hildin, ji bo nirxên Kurdistan,
Li Kobanê, em bikin şerê mirovahiyê

Destana Rojava tîpê wê şêrîn e
Umreya wê ji xwîn e, ciwan dinivîsîne
Em nadin Kobanê..

Kurdistan yek perçe, kirine çar perçe,
Xwe dikin hezar perçe, em nadin Kobanê

Her der dibe goristan, dimîne yek însan
Me soz dane şehîdan, em nadin Kobanê

Dêrika Hemko, ka Efrîna Rengîn
Dibe deryaya xwîn, ka kî dike gazî û şîn
Em nadin Kobanê..

Her der dibe goristan, dimîne yek însan
Me soz dane şehîdan, em nadin Kobanê

Kurdistan yek perçe, kirine çar perçe,
Xwe dikin hezar perçe, em nadin Kobanê
Şîrove
logo
Bedo 17-12-2022 12:02:34
Ez ji te pir hez dikim ? tu aştiyê didî mirovan

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?