Seyda Perînçek - Hûn Yekser Çûn
wêneyê hunermendî:ê 187 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Seyda Perînçek - Hûn Yekser Çûn

Piştî salekê tev Seîdan
Bi xeyal çûn li ser şehîdan
Hêstir barîn ji dilî dan
Wek barana tev li bayê

Kîjan evdê serbilind bû
Ew ê mêrxas û hem rind bû
Mazûban bû ew ji gund bû
Çima wa deng ji wî naye

Bi ker û lalî qet çênabe
Mazûbantî wiha çênabe
Mêvan hatin Evdo rabe
Ey wax, rabûn ji te nayê

Ma tu keça bêrîvan î
Keleş û rextê te kanî
Tu şehîd ket keleş danî
Bêrextî li bejna te nayê

Bêrîvana ?îstilînî?
Dilbîrin ji bo te derînî
Bi keleşê bike tîlîlî
Hey dîrandin ji te naye

Heval Remzî tu xezenfer bû
Wekî piling bû hezber bû
Pêşmergê kurdê Omer bû
Min tu nedî li dinyayê

Heval Seyda tu gernas bû
Bo gerîla rêçenas bû
Neyarê kesên xenas bû
Lê tu zû çû ji dinyayê

We xatir xwest ji Kurdistan
Ketin bin axa goristan
Kurdistan ma di bin destan
Hûn yekser çûn ji dinyayê

Ne Îsa me ku we rakim
Ne Mûsa me li dûr bang kim
Mîna Yaqûb çiqas bang kir
Wek Yûsiv yek ji we nayê

Ez reben im dilbirîn im
Çiqas çavan digerînim
Ji we yekî qet nebînim
Li ser rûkara dinyayê
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?