Seyda Perînçek - Lecwan û Çekdar
wêneyê hunermendî:ê 122 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Seyda Perînçek - Lecwan û Çekdar

Çekdarê dilzêr rûgeş û çeleng
Li çiyayên azad bi rext û tifeng
Ji bo Kurdistan bû nexşe û deng
Xwe ji bîr nakin, dilsozê legeng
Tu bûye çira, li şevên bêdeng
Ronahiya te bûye çewq û şeng

Dijminê xwînxwar, bê rawestandin
Li Çiyayê Qendîl, bombe barandin
Lecwan û Çekdar ser netewandin
Balefirên wan hildiweşandin
Wan bi xwîn û can, dîrok kolandin
Li nav mirinê, jiyan derandin

Tim serbilind in, dê û bavê te
Pîroz û ked e, şopa dilê te
Çekdarê hêja, ka Lecwanê te
Hêlîn ava kir, li ber sînga te
"Dila" li dû ne, mîna çavê te
Erdê namîne, heyf û tola te

Dijminê xwînxwar... (Dîsgotin)

Gotin û Muzîk: Seyda Perînçek
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?