Seyda Perînçek - Min Go Dilo
wêneyê hunermendî:ê 367 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Seyda Perînçek - Min Go Dilo

Min got dilo ma ne bese, ayy ayy
Te got na bela bibim xwelî
Ezê vê eşqê bivim serî

Zalim birînên melûl har kir
Rih û bedenamin ji hev sarkir
Xewn û xeyalênmin bela kir
Wê û felekê li hev par kir

Min got dilo ma ne bese, ayy ayy
Te got na bela bibim xwelî
Ezê vê eşqê bivim serî
Min got dilo Seyda nikare, ayy ayy
Te got ezê rakim vî barî
Tu xwe ji binî bide alî

Sêwî mame li ber derîya
Bûme evdal li dû hêvîya
Xeber nehat ji van rêwîya
Hesret mame bisk û kezîya

Min got dilo ma ne bese, ayy ayy
Te got na bela bibim xwelî
Ezê vê eşqê bivim serî
Min got dilo Seyda nikare, ayy ayy
Te got ezê rakim vî barî
Tu xwe ji binî bide alî

Gotin û Muzîk: Seyda Perînçek
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?