Seyda Perînçek - Mirin û Jiyan
wêneyê hunermendî:ê 43 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Seyda Perînçek - Mirin û Jiyan

Bêhna mirinê tê ji kolanan
Diqîrin zarok, dayik û bavan
Li ser gelê min dikin qetlîam
Ker û lal bûyî nabîne însan

Çir tu nabînî, qey tu nabihîzî
Tu dibê "Ez mirov im", ji cî nalîzî
Tu dibê "Ez mirov im", ji cî nalîzî

Ew serxweş bûne, bi xwîna însan
Binpê kirine, exlaq û pîvan

Ew ê azad be, xaka Kurdistan
Sonda me li navê Mizgîn û Vîyan

Çir tu nabînî, qey tu nabihîzî
Tu dibê "Ez mirov im", ji cî nalîzî
Tu dibê "Ez mirov im", ji cî nalîzî

Gotin û Muzîk: Seyda Perînçek
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?