Seyda Perînçek - Wesiyetname
wêneyê hunermendî:ê 134 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Seyda Perînçek - Wesiyetname

Tim li ber serê we bû
Şor û mertalê we bû
Lê ba we bê qiymet bûm
Va ez çûm nebêjin wax

Ceh dikin va 20 salê
Gîha hewşe tim tehl e
Ma qey va jî hal e
Va ez çûm nebêjin wax

Ji hevdu re çavsor in
Rastiyê nabînin kor in
Hun ê li min biborin
Va ez çûm nebêjin wax

Nanê zikê we xwîn e
Edalet li pêş nîn e
Dilê min ji we xemgîn e
Va ez çûm nebêjin wax

Ji halê we şerm dikin
Lê ji we pir hez dikin (Mixabin ji we hez dikin)
Wesîyeta xwe dikim
Va ez çûm nebêjin wax
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?