Seyda Perînçek - Yek Ji Min Çû
wêneyê hunermendî:ê 202 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Seyda Perînçek - Yek Ji Min Çû

Yek ji min çû, yek ji te çû
Ji me herduyan bêtir çû
Dilê dayikan çû
Hêviyên zarokan çû
Mirovahî çû..

Pir xedar in bi hevkar in
Ji hev dûr in, dijwar in
Em celladên hev in
Ji xelkê re rênçber in
Bê ilm û huner in

Xwedî war in, hustûxwar in
Li axa(mala) xwe mêvan in
Neviyên Kawa ne
Qewmekî kevnar e (Ji hesin û ar e)
Ji her tiştî bêpar e

Dilê dayikan çû
Hêviyên zarokan çû
Mirovahî çû..
Em celladên hev in
Ji xelkê re rênçber in
Bê ilm û huner in
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?